Zêdetirîn hejmara zîndaniyan li nav welatên endamê Konseya Ewropayê li Tirkiyê ye
Nîsan 09, 2021 20:00 Asia/Tehran
Li Tirkiyê ji her 100 hezar kesî, 357 kes di zîndanê da ne.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Konseya Ewropayê di rapora ku derbarê rewşa salane ya 47 endamên vê konseyê weşandiye da nivîsiye: Ji 31ê Çileya 2020î va Tirkiye xwedanê zêdetirîn hejmara zîndaniyan li nav welatên endamê Konseya Ewropayê ye.
Li gorî vê raporê, zêde ji 297 hezar kes li nav zîndanên Tirkiyê ne.
Ji 30 hezar û 524 kesên zîndanî ku bi tawana terorîsmê li nav zîndanên welatên endamnê Konseya Ewropayê ne, 29 hezar û 827 kes li Tirkiyê ne.