Rewşa herî xirab li Tirkiyê/42 hezar, 2 kes kêm bi Koronayê ketin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 41 hezar û 998 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 185 kes jî jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên borî aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand, di nava 24 saetên derbasbûyî de encamên 41 hezar û 998 pişkinînên taybet bi destnîşankirina vîrusa Covid-19 pozîtîv bûne.
Li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 185 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 22 hezar û 674 nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 487 hezar û 50 kesan û 32 hezar û 263 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 105 hezar û 350 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 39 milyon û 566 hezar û 99 pişkinînên Koronayê hatine kirin.
Hatiye ragihandin, rewşa 2 hezar û 311 kes ji pêketiyên Covid-19 li Tirkiyê jî giran e.