Sibat 03, 2026 17:32 Asia/Tehran
  • Hemas: Sînordarkirina derbaskirina alîkariyan bo Xezzeyê didome

Berdevkê Hemasê ragihand tevî ku peymana agirbesa şerê Xezzeyê derbasî qonaxa duyem bûye, Rejîma Siyonîst hîn jî derbaskirina alîkariya mirovheziyê bo zîvala Xezzeyê sînordar dike.

Hazim Qasim, Berdevkê Hemasê ragihand: Dijminê siyonîst ê cinayetkar hîn jî drebaskirina alîkariyan bo Xezzeyê sînordar dike û tevî ku aliyên curbicur  ragehandine ku peymana rawestandina şerê li dijî Xezzeyê derbasî qonaxa duyem bûye, derbaskirina alîkariyan hîn jî di rewşeke baş de nine.

Xazî Hemed, yek ji rêberên payebilind ên Hemasê jî gotiye ku  deriyê Refehê hîn jî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve di bin dorpêçê de ye û rejîm ewê wek amûrê zextê bi kar tîne. Vî endamê payebilind ê Hemasê her wiha got ku tevî peymana hêsankirina hatin û çûyîna nexweşan û derbaskirina bêyî berbend a rêwî û alîkariyan, siyonîst  hîn jî derbasgehan wek amûreke zexta siyasî û mirovheziyê bi kar tînin. Raportora NY her wiha bi tekeziya li ser pêwîstiya bidawîhanîna dagirkirina axa Filistînê gotiye ku mafê rejîmê tune ku pêşiya derbasbûna nav axa Filistînê bigre.

Françêska Albanîzê tekez kir  nabe teslîmî fermanên rejîma dagirker bibin û got ku divê rêzê li hikmê  Dîwana Navdewletî bigrin û divê Rejîma Siyonîst neçar bikin ku dagirkeriya xwe ya ser axa Filistînê bi dawî bike.

Kirîstofêr Lekêr Sekreterê Giştî yê Rêxistina Pizişkên Bêsînor, wek berteka li himber biryara dijminane ya Rejîma Siyonîst derheq rawestandina çalakiyên vê rêxistinê li Xezzeyê got ku îro em di qonaxekê de ne ku gelê Filistînê ji her demê zêdetir hewcedarê alîkariyên mirovdostiyê ye û rawestandina çalakiyên vê rêxistinê dê encamên nalebar ji bo Xezzeyê û rexê rojavaya çemê Urdinê hebin.

 

Serepeyv