Adar 24, 2021 18:06 Asia/Tehran
  • HRW: Erdogan mafê Kurdan binpê dike

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) di nûtirîn raporta xwe ya derbarê rewşa mafê mirovan de li Tirkiyê, amaje bi wê yekê dike ku hikûmeta Tirkiyê ya bi Serokatiya Serokkomarê wî welatî Receb Teyib Erdogan, mafê çendîn grûp û pêkhateyên cuda li Tirkiyê binpê kirine û di dema 18 sal desthilata Erdogan de ew binpêkirin berdewam bûne.

HRW di wê raportê de ku roja Çarşembê 24ê Adarê belav kiriye, bale dikşîne ser hewldanên Erdogan û Dadgeha Tirkiyê bo girtina baregahên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rakirina parêzbendiya parlamenterên wê partiyê. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov dibêje, di pêşhateyên dawî de li Tirekiyê tundûtûjiya herî zêde û binpêkirin li dijî Kurd, opozisyon, jin û çalakvanên warê demokrasî û mafên mirov bûye.

Herwiha amaje bi standina mafê parlamenteriyê ji Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu dide ku hefteya borî ji aliyê Parlamenta Tirkiyê ve bi piraniya dengên AKP û MHPê hat derbaskirin û dibêje, wê pêngava Tirkiyê wiha kir ku Gergerlioglu bibe yekî din ji wan hezaran qurbaniyên ketine ber binpêkirinên mafên mirov li Tirkiyê.

HRW di raporta xwe de nivîsiye ku hewldana Erdogan bo girtina HDPê mafê milyonan Kurdên wî welatî kiriye armanc û prensîpên demokrasiyê lekedar kiriye. Herwiha dibêje, di dema 30 salên borî de Tirkiyê 5 partiyên cuda yên nêzîkê Kurdan girtine û dadgehê jî 687 kes ceza kirine ku piraniya wan endam an parlamenterên ser bi wan partiyên piştîvanê mafên Kurdan bûne.

Herwiha behsa şahiya Newrozê ya li bajar û gundên kurdan jî dike û dibêje, di rojên 20 û 21ê Adarê de Kurd û dengderên HDPê salvegera Sala Nû ya Kurdî pîroz kirine û nerazîbûna xwe dijî wan binpêkirinên Tirkiyê li beramber Kurd û HDPê anîne ziman, lê hikûmeta Tirkiyê li ser beşdarbûn û gotarên wan ên Newrozê derbarê endam û serkirdeyên HDPê de dest bi lêpirsînê kiriye.

HRW dibêje, hikûmeta Tirkiyê daxwaza Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê binpê kiriye ku daxwaz kiribû Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û Çalakvanê Mafên Mirov li Tirkiyê Osman Kavala azad bike.

Serepeyv