Adar 22, 2021 09:54 Asia/Tehran
  • Cejna Newrozê îsal jî li bajarên kurdan ên Tirkiyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên Tirkiyê îsal jî her wek salên berê li bajar û gundên kurdnişîn ên seranserê vî welatî Cejna Newrozê bi girseyî û coşeke mezin pîroz kirin.

Duh 21 Adarê destpêka biharê û cejna Newrozê li bajarê Diyarbekirê ku wek paytexta kurdên Tirkiyê tê zanîn bi coş û ahengek mezin hat lidarxistin. Di ahenga Newroza Diyarbekirê de herî kêm 100 hezar kes beşdar bibûn.

Li bajarê Wan bajarekî din ên kurdên Tirkiyê jî duh ahengek hat sazkirin û Newroz bi beşdariya bi hezaran kesan hat pîrozkirin.Ahenga Newrozê li pêş Kelha Wanê bi beşdariya sed hezaran hat pîrozkirin. 

Li parêzgeha Dêrsimê, parêzgariya wê ragihandibû ku ji bo Newrozê dê tenê rê bidaxuyanî bê dayîn û nahêle Newroz li bajar were pîrozkirin, lê tevî vê daxuyaniyê çalakiya Cejna Newrozê, li Qada Seyd Riza hat lidarxistin û welatiyan piştî xala polîsan derbas kirin, gihîştin qadê.

Di çalakiya Newrozê de agirê Newrozê hat vêxistin û xelkê Dersimê bi cilûbergên xwe yên xwecî û reng bi reng govend gerand.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alîcan Onlu, Şaredar Fatîh Mehmet Mçoglu, hin nûnerên partiyên siyasî û welatî jî vê merasima bi coş bûn.

Serepeyv