Adar 21, 2021 08:35 Asia/Tehran
  • Demîrtaş: Alîgirên HDPê encama hilbijartinê diyar dikin, ne avahiya ku hûn digirin

Selahedîn Demîrtaş bi weşandina çend twittan berteka nîşanî daxwaza hilweşandina HDP da.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Selahedîn Demîrtaş Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji çar salan beriya niha va heta niha di zindanê da ye, derbarê daxwaza jibo hilweşandina HDP û wêdadayîna Omer Gergerlîoxlû parlementerê HDPê ji bajarê Qocaeliyê, bertek nîşan da.

Wî nivîsî: Ev cara yekem e ku partiyek jibo serketina di hilbijartinê da dijî partiyeka din dosyeya hilweşandinê damezirandiye. Ev ne tenê bêexlaqî ye, belkî nakokiyeke cidî di Qanûna Bingehîn da ye.

 

Demîrtaş di twitteke din da wêneya avahiya navendî ya HDPê weşand û nivîsî: Cihê ku ew dixwazin girêbidin ev e.

Wî her wiha li sser wêneya mîtînga mezin a alîgirên HDPê jî nivîsî: Ev heman HDP ye ku tu kes nikare wê hilweşîne.

 

 

Serepeyv