Adar 16, 2021 22:49 Asia/Tehran
  • Vladîmîr Yevseyev:Tirkiye îradeya siyasî ya Kurdan naxwaze

Cîgirê serokê Navenda Lêkolîna Dewletên Sovyeta Berê û Rojhilata Navîn Vladîmîr Yevseyev “Tirkiye naxwaze îradeya siyasî ya kurdan li nêzî sînorên xwe bibîne. Her weha Tirkiye amadekarî dike ku desthilata Esed hilweşîne û generalekî berê yê artêşê Sûrî bîne ser hikum.”

Ragihandina li paytexta Qeterê Dohayê mekanîzmeke nû ya çareseriya qeyrana Sûrî ji aliya Wezîrên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Qeterê, weke giringtirîn bûyera hefteyê tê nirxandin li Moskowê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku `prosya Dohayê` wê bibe zêdebariya ser proseya Astaneyê, herçend, diyare di mekanîzma nû de Îran, weke aktoreke giring a proseya Astanayê, li derveyî sehneyê dimîne.

Ev şarezayê Rûs balê dikşîne ser wê yekê, ku beriya kombûna li gel wezîrên derve yên Tirkiye û Qeterê, Sergey Lavrov serdana Îmaretên Erebî û  Erebistana Seûdî jî kiriye.

Ji aliya din, di daxuyaniya hevbeş a sê wezîrên formata Dohayê de, tekezî li ser rûbirûbûna bi “terorîzma cudaxwaz”  hatiye kirin.

Pisporên Rûs, vê peyamê, weke pêngaveke nû ya Moskowayê dibînin, ku pê re dixwaze rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bi operasyonên nû yên hikumeta Erdogan bitirsîne û wan bi mercên Şamê re razî bike.

Cîgirê serokê Navenda Lêkolîna Dewletên Sovyeta Berê û Rojhilata Navîn Vladîmîr Yevseyev “Bi nêrîna min, formata nû dijî berjewendiyên neteweyî yên kurdan e. Ji ber ku tê de destpêşxera sereke Tirkiye ye. Tirkiye naxwaze îradeya siyasî ya kurdan li nêzî sînorên xwe bibîne. Her weha Tirkiye amadekarî dike ku desthilata Esed hilweşîne û generalekî berê yê artêşê Sûrî bîne ser hikum. Lê ev yek dijî berjewendiyên

Serepeyv