Kanûn 22, 2025 13:48 Asia/Tehran
  • Vegotina Tirkiyê li ser derba giran a Îranê di şerê danzderojî da li PJAKê xist

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand ku Îranê di şerê sepandî yê danzderojî da derbeke giran li koma terorîst a PJAKê da.

Yaşar Guler, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di civîneke herêmî de got: Di dema êrişa Rejîma Siyonîst  ser Tehranê de, komên terorîst ên PJAK û PKKê, wer dizanîn ku Komara Îslamî ya Îranê dê işkestê bixwe, loma hêzên xwe ji Iraqê veguhestin Îranê.

Wî derbarê hevkariya îstîxbaratî ya Tirkiyê bi Îranê re têkildarî guhertina rewşa PJAKê agahî da û got :Di encama  vê hevkariya îstîxbaratî de, Îranê bi operasyoneke giran derbên giran li vê rêxistina terorîst da.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê her wiha got: Di heyama êrişa Rejîma Siyonîst de, PJAKê rûyê xwe yê rastî nîşanî gelê Îranê da.

General Guler di dewamê de derbarê pêvajoya bêçekkirina PKKê de jî got: Me ev rêxistina terorîst ji nav bir û pêvajoya bêçekkirina wê dê bi awayê ku em dixwezin cih were.

Serepeyv