Adar 12, 2021 09:48 Asia/Tehran
  • Tirkiye û Yewnanistan civîneke şêwrê saz dikin

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku 16-17ê vê mehê li Atîna civîneke şêwrê di navbera şandên Tirkiyê û Yewnanistanê de birêve diçe.

Li gor daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê, civîna şêwrê ya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de dê di navbera 16-17ê Adarê da li Atînayê çêbibe.

Bi van civînên di navbera Tirkiye û Yewnaistanê de armanc ew e ku pirsgirêkên li behrên Ege û  Spî bên çareserkirin.

Bi dirêjiya 5 salan Tirkiyê û Yewnanistan tu civînên fermî nekirin. Piştî 5 salan 25ê Çileyê îsal, li bajarê Stenbolê 61mîn xula civînên taybet bi aloziyên Deryaya Spî sazkirin. Di wê civînê de jî behsa wan babetan kirin ku di civîna 60mîn de hatibûn behskirin. Biryar jî hate wergirtin ku civîna li pêş li Atîna were kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu 11ê Çile pêşniyar kiribû ku danûstandinên Enqere û Atîna dest pê bikin û ew amade ne pirsgirêkan bi riya gotûbêjê çareser bikin.

Ev jî di demekê de bû ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, peyamên nerm bo Yekîtya Ewropa û Yewnanistanê dişandin.

Di çend mehên derbasbûyî de alozî di pêwendiyên Tirkiyê û Yewnanistanê de çêbûbûn û berpirsên pilebilind daxuyaniyên tûnd li dijî hev didan.

Serepeyv