Adar 08, 2021 18:10 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê - Di meha Sibatê de 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora bûyerên kar ên meha Sibatê ya Meclîsa ÎSÎG’ê aşker kir, herî kêm 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya cînayên kar ên di meha Sibatê de rû dan aşker kir. Di raporê de, hat diyarkirin ku desthilatdarî û karsazan salek pêvajoya pandemiyê ji bo xwe veguherandin fersendê û wiha hat gotin: “Bi taybetî di rojên şewbê de, bi hincetên cuda gelek karker ji kar hatin avêtin. Li gorî me tespît kiriye, ji ber Kovîd-19 herî kêm 848 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Ango Kovîd-19 bûye nexweşiya cîna karkeran.” 

 

 

 

Serepeyv