Adar 05, 2021 08:15 Asia/Tehran
  • Yek ji leşkerên di ketina helîkoptera Tirkiyê de mir Fermandarê Artêşê yê 8’an e

Yek ji leşkerên di helîkoptera Tirkiyê de ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê ketibû xwarê miribiye Fermandarê Artêşê yê 8’an a Xarpêtê Korgeneral Osman Erbaş e. Parlementerê AKP’ê Tolga Agar ev mesela eşkere kir.

Li herêma Rahova ya Tetwan a Bedlîsê helîkoptereke leşkerî ket xwarê.

Li gorî çavkaniyên Tirkiyê, 9 leşker mirin, 4 jî birîndar bûn. Di nava leşkerên mirî de fermandarên payebilind jî hene.

Piştî ketina balafira leşkerî ya li nêzî Girtîgeha Vekirî ya navçeya Tetwan a Bedlîsê û şûnde navê leşkerên mirî diyar dibin.

Parlementerê AKP’ê yê Xarptê Tolga Agar li sre hesabê xwe yê fermî ragihand ku yek ji leşkerên payebilind yê mirî Fermandarê Artêşê yê 8’an a Xarpêtê Korgeneral Osman Erbaş e.

Cihê ku helîkopter ketiye xwarê gelek tîmên AFAD û tenduristiyê birine wê derê.

Heta niha sedema ketina helîkopterê nehatiye zelalkirin.

Serepeyv