Sibat 22, 2021 16:10 Asia/Tehran
  •  7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birîn

Li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hatibû dûrxistin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Danişîna biryarê ya doza Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji ber lêpirsîneke derbarê xwe de ji peywirê hatibû dûrxistin, li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran hat dîtin. Bûlûttekîn tevlî danişînê nebû, parêzerên wê Sertaç Bûlûttekîn û Sûzan Akîpa li danişînê amade bûn. Dozger, daxwaza cezayê xwe ya danişîna beriya niha dubare kir û angaşt kir ku Bûlûttekîn bi “endamtiya rêxistinê” sûcdar kir.  Parêzerên Bûlûttekîn Sertaç Bûlûttekîn û Sûzan Akîpa li dijî daxwaza cezayê derketin û parastina muwekîla xwe kirin û xwestin ku muwekîla wan beraet bike. Piştî navbereke kurt desteya dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Bûlûttekîn birî.

 

 

Serepeyv