Dewleta Tirkiyê ji bo girtina pêşiya xwepêşandanan li Mêrdînê bo 15 rojan çalakî qedexe kirin
Sibat 21, 2021 12:40 Asia/Tehran
Li parêzgeha Mêrdînê ya kurdên Tirkiyê bo dema 15 rojan hemû çalakî, meş û kombûn hatin qedexekirin, Parêzgarê Mêrdînê dibêje ev biryar bo parastin aramiya bajar e.
Parêzgerê Mêrdînê ragihand ku bo dema 15 rojan hemû çalakiyên weke xwepêşandan, meş, daxuyaniya rojnamevaniyê, kombûn, vegirtina çadiran bo dema 15 rojan hate qedexekirin.
Piştî ku bi rêya torên civakî banga sazkirina xwepêşandanan hate kirin, li Mêrdînê qedexe hate ragihandin.
Parêzgarê Mêrdînê daye xuyakirin ku armanc ji wî karî, parastina aramiya civakê û rêgirîkirin ji encamdana tawana ye.
Qedexeya çalakiyan ji roja şemiyê 20 Sibatê ve hatiye ragihandin heya 7 adara 2021ê berdewam dibe.