Sibat 15, 2021 12:46 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Wanê hêzên ewlehiya Tirkiyê 27 kes desteser kirin

Li parêzgeha Wanê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi ser gelek cihan de girtin û 27 kes desteser kirin.

Rêveberiya Asayişa Parêzgeha Wanê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li dijî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi gumana wê yekê ku dixwazin di salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan de çalakiyên curbicur lidar bixin, operasyonek pêk anîne.

Li gor daxuyaniyê, li navenda bajarê Wanê û qezayên wê parêzgehê hêzên ewlekariyê bi ser gelek adresan de girtine û 27 kes desteser kirine.

Di 24 saetên herî dawî de, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li çend bajaran bi ser gelek cihan de girtine û hejmarek kes desteser kirine. Li gor çavkaniyên nûçeyan, li her sê parêzgehên kurdî yên Êlih, Amed û Cizîrê 15 kes hatine desteserkirin, ku 7 li Êlihê, 7 li Amedê û kesek jî li Cizîrê bûne.

Herwiha li Stenbol 20 kes û li parêzgeha Aydinê jî 9 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatine desteser

Serepeyv