Sibat 07, 2021 20:21 Asia/Tehran
  • Rêya di navbera Şemzînan û Geverê de hat girtin

Tenê riya di navbera navçeyên Şemzînan û Geverê yên ser bi parêzgeha Colemêrgê ve, ji ber ketina kevirên mezin hat girtin.

Li gor zanyariyan derengiya şeva derbasbûyî li herêma Xenînya (Şepata) kevirên mezin ketin ser rê û bi wê sedemê rê hat girtin. 

Her li gor zanyariyan tîmên ser bi şaredariya Şemzînanê, Rêveberiya rê û banan û îdareya Qaymeqamiya Şemzînan xebatên xwe berdewam dikin ku ew rê careke din bê vekirin.

Serokê Şaredariya Şemzînanî Tahir Sakli jî li gel endamên Encûmena Şaredariya Şemzînan serdana herêmê kir.

Li ser girtina rê Tahîr Sakli ameje bi çêbûna dema bûyerê kir û got “Şikûra Xwedê bûyer derengiya şevê çêbûye û kevirên ketine ser rê nebûye sedema çi ziyanên canî û zirar negihiştiye sivîlan.”

Dirêjahiya rêya di navbera Şemzînan û Geverê nêzîkî 53 kîlometre ye û beşeke rê ji cihên çiyayê re derbas dibe.

Brî niha jî gelek caran bûyerên bi vî rengî rû dane û ji ber ketina kevirên mezin, rê li ber hatûçûnê hatiye girtin.

Serepeyv