Sibat 07, 2021 12:45 Asia/Tehran
  •  Li Rihayê çermê mar û pirtûkên olî yên ji Serdema Navîn mane hatin bidestxistin

Li Rihayê çermê mar û pirtûkên olî yên ji Serdema Navîn mane hatin bidestxistin Eşber Ayaydın - Anadolu Ajansı

Li gorî nûçeya beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li Rihayê (Şanliurfayê) çermê mar ê neqişkirî û pirtûkên olî yên curbecur ên wisa tê texmînkirin ji Serdema Navîn mane, hatin bidestxistin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirme ya Bajêr ji bo qaçaxçîtiya berhemên dîrokî ev du meh bû ku li ser kar bû û herî dawîn li Xelîliyeya navçeya navendî operasyon birin ser navnîşanekê.

Di kontrolkirina navnîşanê da çermekî marê pîtonê yê qasî 4 metreyî ku li serê neqş hebûn û tê texmînkirin malê Misrê ye û 5 pirtûkên olî yên ku ji Serdema Navîn mane hatin bidestxistin.

Ji ber bûyerê gumanbarek hat binçavkirin.

Serepeyv