Sibat 04, 2021 10:34 Asia/Tehran
  • Li Îdirê - Esnaf û welatî dixwazin deriyên sînor bên vekirin

Li Îdirê esnaf û welatiyên ku ji ber krîza aborî "perîşan" bûne, diyar kirin ku heger deriyên sînor bên vekirin dê rihet bibin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Mujdat Can - Tolga Guney" nivîsîne: Krîza aborî û tevdîrên derbarê şewba Covîd-19'ê de herî zêde bandorê li bajarên nêzî sînoran dike. Yek ji van bajaran jî Îdir e ku cînarê Îran, Komara Azerbaycan û Ermenistanê ye. Hem ji ber ku 2 meh in deriyê sînor girtiye hem jî ji ber sewalvanî û çandinî kêm bûye, welatî zehmetiyê dikişînin. 

‘KAR TUNE, XELA HEYE'

 Şêniyê bajêr Bekîr Demîrcî yê 70 salî got: "Kar tune ye, xela heye. Berê rewş baş bû. Lê niha kes nikare tiştekî bikire, her tişt pir biha bûye." 

Welatî Sidik Çalhan jî destnîşan kir ku debarkirin pir zehmet bûye. Çalhan, baş kişand ser bihabûna fiyetan û got: "Ceryan biha bûye, gaz biha bûye, zexîre biha bûne. Mirov nikare tiştekî jî bikire. 5 lître rûn bûye 80 TL. Tu nikarî bi 100 lîreyî xweşikî tiştekî bikirî"

 

'EM PERÎŞAN BÛNE' Adem Dokûçû ku bi salan e pêlavan difiroşe got: "Me di heyata xwe de perîşaniyek wiha nedîtibû. Pêlava ku berê kesekî meaşê kêm digirt ji bo zarokên xwe bi 40 TL'yî dikirî, niha bûye 150 TL. Lê zema ku dewletê li meaşê kêm zêde kiriye 500 TL ye."

 Dokçû, diyar kir ku di dema pandemiyê de pereyê ku berê dabûn ser hev du hemû xerc kirine û got: "Tew bi ser de deynê me yê krediyê çêbû. Tişta ku em bi 10 lîreyan difiroşin, a din a rojê dibe em 18 lîreyan dixin şûna wê. Bi rastî jî em perîşan bûne. Heger wisa biçe dê ji 350 esnafên li bazara Ûris nêzî 200 esnaf dikanên xwe bigirin." 

DERIYÊ GUMRIKÊ

 Dokçû, bal kişand ser girtina deriyê sînor jî. Dokçû got: "Heger deriyê sînor bê vekirin dê ji bo me baş be. Dê ev yek bandoreke baş li Enqere û Stenbolê jî bike. Dê bandorê li her kesî bike." 
 

Serepeyv