Seneta geştyariyê li Tirkiyê ketiye rewşeke aloz û qeyranî
Sibat 04, 2021 08:52 Asia/Tehran
Îsal 30 hezar şirketên geştyariyê top avêtin û 700 hezar kesên çalak di van tûr û şirketan da betal man.
Li gorî kanala Meyadînê, Hejmara belengaz û feqîran li Tirkiyê heta dawiya meha Çileya 2021ê gihîşte 20 miliyon kesî û înflasiyonê siya xwe raxiste ser jiyana sedî 15ê welatiyên vî welatî.
Îmen Fazil nûçegihanê vê kanalê got, 100 hezar enistîtû li Tirkiyê ji kar ketine û navgîna betaliyê gihîştiye 12 miliyon kesî.
Rêveberiya Estatîstêkê ya Tirkiyê vê dwiyê ragihand, Ji ber pandemiya KOvîd-19ê derhata vî welatî ji pîşeya geştyariyê di sala 2020î da sedî 65 pêka sala beriya wê (2019) kêm bûye û gihêştiye 12 miliyar dolarî.