Çile 31, 2021 16:19 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê dê here Almanyayê

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê dê jibo hevdîtina digel Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Sêşemiya vê hefteyê 2ê Sibatê here vî welatî.

Li gorî rapora malpera TRT ya Tirkiyê, Xulûsî Akar biryar e li Bêrlînê digel Kramp Karin Bawêr Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê hevdîtin bike û derbarê mijarên dualî pê ra bişêwire.

Nakokiyên Tirkiyê digel Yûnanê û beşa yûnanînişîn a Qibrisê dê mihwera herî girîng a gotûbêjên Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Almanyayê be.

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê hefteya bihurî digel wezîrên berevaniyê yên Yûnan û Qibrisê jî hevdîtin pêk anîbû.

Almanyayê ji demeke beriya niha va hin hewildan bi mebesta navcîtiyê û kêmkirina kêşeyê li rojhilata Deryaya Sipî dest pê kiriye.

Tirkiye û Yûnan li ser mijarên cûrbecûr ji wan derxistina çavkaniyên petrol û gazê li Deryaya Sipî nakok in.

 

Serepeyv