Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Komara Azerbayîcanê derbarê hevkariyên leşkerî şêwirîn
Çile 31, 2021 12:01 Asia/Tehran
Zakir Hesenov Wezîrê Berevaniyê yê Komara Azerbayîcanê û Hulûsî Akar hevpêşeyê wî yê tirkiyeyî êvara Şemiyê di civînekê da, derbarê hevkariyên leşkerî û teknîkî navbera du welatan şêwirîn.
Li gorî rapora Fars Newsê, Di vê civînê da ku piştîvekirina Navenda hevpar aÇavdêriya li ser agirbesê li Qerebaxa Çiyayî hat lidarxistin, du aliyan derbarê çalakiyên vê navendê jî gotûbêj kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbayîcanê bi daxuyaniyekê derbarê vê hevdîtinê ragihand: Hesenov tevî amajeya bi xurtkirina hevkariyên dualî navbera Enqere û Bakûyê, li ser hevkariyên leşkerî navbera du welatan pêgirî kir.