Çile 27, 2021 23:12 Asia/Tehran
  • Tirkiye ditirse ku dijberiyên Enqerê di hikûmeta Joe Biden de bicivin

Wezîrê berê yê karên derve yê Tirkiyê bawer e ku hebûna hin kesan di rêvebiriya nû ya Amerîkayê de zirarê didin Enqerê.

Li gor KurdPressê, Wezîrê Karên Derve yê berê yê Tirkiyê Yaşar Yakis got: Hebûna wezîrê karên derve Anthony Blinken û serokê karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk di rêvebiriya nû ya amerîkî de ku ji berê ve piştgirekî hevkariya bi kurdên Sûriyê re ye ser ziyana Tirkiyê ye.

Yaşar Yakis gotinên Anthony Blinken di rûniştina Komîteya Têkiliyên Derve ya li ser hewcehiya zêdetir a cezayên li ser Tirkiyê wekî delîl û hegera dijberiya wan a xurt li hemberî siyaseta Tirkiyê nirxand.

Yakis li ser pirsa çima Tirkiye ji hilbijartina Brett McGurk nerazî ye, got: "McGork mîmarê siyasetên Amerîkayê li bara  Kurdên Sûrîyê ye û ji ber vê yekê medyaya Tirkîyê di derbarê têkilîyên wî û Kurdên Sûrîyê de hişyarî da."

Her weha wezîrê karên derve yê berê yê Tirkiyê damezirîna rêvebiriya nû ya Amerîkayê bi serokatiya Joe Biden û têkiliya wê digel Tirkiyê wekî tofanek ragehand ku ziyanên wê yên gengaz ji bo Tirkiyê nayên pêşbîn kirin.

Serepeyv