Wezîrê Derve yê Nû yê Amerîkayê bal kişand ser pêkanînên li dijî Tirkiyê ji ber kirîna S-400
Wezîrê Karên Derve yê Nû yê Amerîkayê Antony Blînken ku wê îro dest bi wezîfeyê bike, diyar kir ku wê kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve qebûl nekin û pêkanînan binirxînin.
Wezîrê Karên Derve yê Serokomarê nû yê Amerîkayê Joe Biden beriya dest bi wezîfeyê bike agahî da Senatoyê û di mijara Tirkiyê de helwesta xwe ya rexnekirinê ya beriya niha dubare kir.
Blînken di mijara Tirkiyê de bi giranî bal kişand ser kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400'î û got, "Ev partnerê(şirîkê) me ku weke stratejîk tê pênasekirin, niha bi hevrikê me yê herî stratejîk anku Rûsyayê re li ser heman xetê ye ku ev yek nayê qebûlkirin."
Antony Blînken pêkanînên ku serokomarê pêş Donald Trump di 14'ê Kanûnê de ji ber S-400'î danî ser Enqerê nirxand û anî ziman, piştî ku dîtin pêkanînên heyî 'xwedî bandor e' wê biryarê li ser bidin ku pêkanînên nû pêwîst e yan na.
Donald Trump ku bi salan li pêşberî polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP'ê bêdeng mabû, meha derbasbûyî bi hinceta ku sîstema parastina hewayî S-400 ji Rûsyayê kiriye, di çarçoveya qanûna CAATSA de biryara pêkanînên li dijî Tirkiyê dabû. Pêkanîn jî li dijî Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariya Tiriyêk û serokê vê saziyê Îsmet Demîr û sê rayedarên payebilind bû.