Çile 15, 2021 14:15 Asia/Tehran
  • Biden mehek e bersiva daxwazeke Erdogan nedaye

Tenê 7 roj mane ku Joe Biden Ofîsa Serokatiya Amerîkayê werbigire, lê hê jî bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nedaye ku daxwaz kiribû peywendiyeke telefonî encam bidin û ev yek jî ji bo hevpeymaneke bihêz a NATOyê ne asayî ye.

Sê kesên agahdar ji wê mijarê ji malpera Middle East Eye re ragihandine, meha derbasbûyî Ofîsa Erdogan daxwaza peywendiyeke telefonî li gel Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden kir, lê tevî derbasbûna çend hefteyan jî heta niha ew daxwaz pêk nehatiye û ti peywendiyên telefonî nehatine rêkxistin.

Biryara Biden a ji bersivnedayîna wê daxwazê bi liberçavgirtina daxuyaniya wî ya sala derbasbûyî bi rojnameya New York Times re, dibe gelek ne ecêb be ku gotibû, divê Washington rêyeke ciyawaz li beramber Erdogan bigire û piştgiriya opozisyona Tirkiyê neke.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi awayekî bilez pîrozbahî li Joe Biden nekiribû ku di hilbijartinên 3ê Mijdara 2020an de bi ser ket û Erdogan yek ji dawîn serkirdeyên cîhanê bû ku pîrozbahî li Biden kir.

Sala 2016an û piştî hewla derbeyê li Enqerê, Joe Biden serdana Erdogan kir û bi aşkere daxwaza lêborînê kir ku zûtir serdana Enqerê nekiriye û piştgirî bo hikûmeta Tirkiyê dernebiriye.

Lêbelê di dema êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha 2019an de, careke din helwesta Biden guherî û got, “Tirkiye di vir pirsgirêkeke mezin e. Ez dê bi şêweyekî rasteqîne giftugo li gel Erdogan bikim û wisa lê bikim ku li wê têbigihije ku dê baceke qurs bide bo tişta niha (sala 2019) encam dide.”

Serepeyv