Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê zindanê da Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê
Doza ku 3 sal berê ji aliyê Serdozgeriya Diyarbekirê ve di derheqê Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê hiqûqnas û mafparêz Mehmet Emîn Aktar de hatibû vekirin, bi biryara 6 sal û 3 meh cezakirina Mehmed Emîn Aktar hat encamdan.
Doz bi hênceta ku Mehmed Emîn Aktar dema Serokê Baroya Diyarbekirê bûye, beşdarî civînên Kongreya Civaka Demokratîk KCDê bûye hatibû vekirin û ceza jî bi heman sedemê hatiye dayîn.
Mehmet Emîn Aktar jî di hesabên xwe yên medya civakî de, da zanîn ku ev doz jî û ceza jî bi mebesta çavtirsandinê hatiye destpêkirin û dayîn.
Herwiha Aktar ragihandiye ku bi daxwazên siyasî tê xwestin ku her kesek xwe wek kurd dibîne, divê girtîgehan jî bibîne, tê amajekirin.
Di wê serdemê de ku Mehmed Emîn Aktar Serokê Baroya Diyarbekirê bû, KCDê civînên xwe bi nûnerên nêzîkî 720 rêxistinan re dimeşand