Çile 10, 2021 16:07 Asia/Tehran
  •  Li Liceya Amedê angaşta îşkenceyê

Hat angaştkirin ku li navçeya Licê ya operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê lê didome, gundiyên li herêma operasyonê hatine îşkencekirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Operasyona ku duh li gundên Cinezur, Derxust, Hiseynik û Mişirfê yên navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin didome. Di operasyonê de duh leşkerek jiyana xwe ji dest dabû û 3 leşker jî birîndar bûbûn. Hat angaştkirin ku leşkeran li gundên ku dorpêç kirine îşkenceyê li gundiyan dikin. Li ser medya civakî bi hastaga “Li Licê Îşkence Heye” derbarê îşkenceyê de parvekirin hatin kirin û hat diyarkirin ku li gundan memeleya xerab û îşkence li gundiyan hatiye kirin. 

DAXUYANIYA WALÎTIYÊ

 Piştî ku angaştên îşkenceyê derketin holê Walîtiya Amedê daxuyanî da û angaşt kir ku angaştên îşkenceyê ne rast in û derbarê operasyonê de agahî dan. Walîtiyê ragihand ku li navçeyê operasyon bi hewayî û bejahî ve hatiye lidarxistin û leşkerek jiyana xwe ji dest daye û 3 leşker jî birîndar bûne.

 

 

 

Serepeyv