Parlementera HDPê Tirkiye bi koledariya cinsî û neçêbikaranîna jinan tawanbar kir
Nûnera gelê Edeneyê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Tirkiyê rayedarên vî welatî tawanbar kir ku jinên kurd ji Efrîna Sûriyê wek koleyên cinsî vediguhezînin Lîbyayê.
Li gorî rapora IRNAyê, Tolay Hatim Oxlarî, Nûnera gelê Edeneyê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hilêxistina pirsekê ji serokê Parlimana Tirkiyê daxwaza şiroveya nivîskî ya Wezîrê karên derve yê Tirkiyê di vî warî da kiriye.
Oxlarîyê di pirsa xwe da li gorî raporên weşandî di hin medyayan gotiye ku hin şehedî jî di vî warî da hene ku dibêjin keç û jinên kurd ên sûrî piştî ku tên revandin, bi riya gundên El-Xelîl û El-Hemamê bo Tirkiyê tên veguhestin.
Vê Nûnera gelê Edeneyê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her wiha di pirsa xwe da gotinên Serokê Navenda Êzdiyên Almanyayê derbarê vê yekê hin agahî di warê veguhestina jinên revandî ji Sûriyê bo Erebistan, Qeter, Pakistan, Lîbya û heta Yemenê li ber dest in, wek belge destnîşan kiriye.
Ev rapor dibêje, Bi vî rengî di pêşerojeke ne ewqas dûr da divê em jidayîkbûna nifşeke nû ya zarokan bibînin ku di bin fêrkariyên terorîstî û şerxwaziyê û bi hîndekariyên wêranker dê gefek dijî canê xelkê cîhanê bin.