Rojnama El-Şerq El-Ewast: Tirkiyê beriya qonaxa Biden tevgerên xwe li Sûriyê zêde kirin
Rojnama El-Şerq El-Ewast girêdayî tevgerên artêşa Tirkiyê yên dagirkerî li Sûriyê nivîsiye: Dewleta Tirkiyê ku gelek dever li Sûriyê dagir kirine hewl dide beriya despêbûna hikûmeta Joe Biden serokomarê bijartî yê Amerîkayê deverên din li Sûriyê dagir bike da ku bandora xwe li dosiya Sûriyê xurt bike.
Di kar û barên Sûriyê de rojnama El-Şerq El-Ewast ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Tirk ragihand ku dagirkera Tirk, beriya ku rêveberiya nû ya Amerîkayê dest bi erka xwe bike, ji êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsa û Til Temirê li gundewarê Hesekê, Minbicê û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên li bakur û bakur rojhilatê Helebê de encamekê bistîne. Her wiha tevgerên xwe yên li ser asta dîplomatîk armanc dike rewşa heyî ya li herêmên di bin hegemonya xwe de bide rûniştandin û destekftiyan bi dest bixe da ku bandor li xebatên siyasî yên li Sûriyê bike.
Heman çavkaniyan bi bîr xist ku sewqiyatên artêşa Tirkiyê ber bi Idlibê ve berdewam in. Derdora 12 hezar leşkerên Tirkiyê li herêmê belav bûne û êdî ev li pêşiya pêşketina hêzên hikumeta Şamê yên ber bi Idlibê ve bûne asteng, tevî ku Rûsya bi bihanaya tunekirina komên tundraw desteka wê dike û hewl dide ku wan herêman vegerîne hemêza wê.