Çile 02, 2021 16:45 Asia/Tehran
  • Tekane hêviya esnafên Bazîdê vekirina deriyê sînor e

Li Bazîdê esnafên bazara gel ku ji ber krîza aborî û şewbê êdî nikarin tu karî bikin, diyar kirin ku tekane hêviya wan deriyê sînor e.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Krîza aborî û tevdîrên di çarçoveya şewba Covîd-19'ê de hatine girtin, herî zêde bandorê li bajarên nêzî deriyên sînoran e dike. Yek ji van bajaran jî navçeya Bazîd a Agiriyê ye. Deriyê Sînor ê Gurbulakê yê Îranê li Bazîdê ye. Lê belê bi mehan e ji bo çûnhatina sivîlan girtî ye. Ji ber vê li bajêr hejmara kesên betal jî zêde bûye û rewşa esnafan jî her diçe xirabtir dibe. Esnafên bazara gel, bilêv kirin ku tekane hêviya wan vekirina deriyê sînor e. 

Esnafê bazarê Yavûz Eren, anî ziman ku li bajêr betalî pir zêde bûue û ji ber vê yekê rewşa karê wan jî xirab bûye. Eren, diyar kir ku berên ku ji tomerîfiroşan dikirin biha ne û got: "Deriyê gumrikê hebû. Ew jî girtî ye. Niha tiştek di dest me de namîne. Kar tune lê dîsa jî em dixebitin. Rojê 50 Tl bi dest me dikeve, lê gava em diçin marketê em du poşetan dadigirin 200 lîre diçe." 

TOP AVÊT, BERÊ XWE DA BAZARÊ 

Şemsettîn Ozdemîr jî anî ziman ku ji ber nebûna kar dikana xwe girtiye û hatiye li bazarê dezgeh vekiriye. Ozdemîr, bilêv kir ku lê belê li vê derê jî kar tuneye. Ozdemîr, destnîşan kir ku mirov perîşan bûne û got: "Berê şicvantî hebû. Ew jî nema. Li bazarê pêlavan difiroşim. Werê dewam dike, ez cardin top bavêjim. Kar tune, bi mirovan re jî pere. Berê deriyê Îranê vekirîbû.

Bi saya wî me tişt mişt dianîn. Niha ew der jî girtiye. Ji ber ku kar tune havînê em diçin Stenbolê. Li wir jî kar tune ye. Roj heye tiştek jî nayê firotin. Mirovên rewşa wan ji ya min xerabtir hene."

 ‘PERE BI KESÎ RE JÎ TUNE' 

Esnaf Nesîm Han jî destnîşan kir ku ji ber krîza aborî û şewbê her diçe rewşa karê wan xirabtir dibe. Han got: "Berên tên bazarê nîvî jê diçe çopê. Em nîviyê van beran jî bi deyn dikirin.

Pereyê mirovan tune ye. Her kes hepsî malê bûye. Alîkariya kesî jî nayê kirin. Mirovan berê xwe daye deynan."

 

 

 

Serepeyv