Kanûn 26, 2020 09:05 Asia/Tehran
  • Ermenistanê derbasbûna kelûpelên Tirkiytê qedexe kir

Ermenistan wekî bersiva kiryarên wê yên dijminane, hefteya bê qedexeya fermî li ser îthalkirina hemû kel û pel Tirkiyê ragihand.

Li gorî Radio Free Europe Radio Liberty (RFE/RL), hikûmeta Ermenistanê got, ji hefteya bê dest bi ferzkirina qedexeya fermî li ser derbasbûna tevahî kel û pelên Tirkiyê  nav Ermenistanê bike. Ermenistan sedema vê yekê destwerdana Tirkiyê ya raste rast di şerê li Qerebaxê de  nîşan da.

Ermenistan destnîşan kir ku Enqere dema ku qedexeya 20'ê Cotmehê pejirandin "Propogandeya sorkirinê" dikir, di heman demê de çek û çete dişandin herêma bi nakok.

Li gorî radioyoyê, qedexe dê 31'ê Kanûnê dest pê bike û 6 mehan dewam bike. Li gorî rayedarên hikumetê, dibe ku dema qedexeyê were dirêjkirin.

Di daxuyaniyekê de, Komîteya Dahatê ya Dewletê (SRC) hişyar kir ku "Qedexekirina dijwar" ve û got ku "Kontrolên gumrikê yên pêşkeftî" dê li xalên sînorî yên Ermenistanê werin danîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kelûpelên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine çêkirin ji Gurcistanê, Rûsyayê an ji welatek din nayê şandin bo Ermenistanê.

Serepeyv