Kanûn 25, 2020 20:24 Asia/Tehran
  •  23 baroyan ji bo azadiya Demîrtaş bangewazî kirin

Ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) bê bicihanîn û hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş bê berdan, 23 baroyên Tirkiyê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, tevî ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di 20ê Mijdara 2018an de biryara berdana Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş dabû, lê ew nehatibû berdan.

Wan baroyan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de diyar kirine, ku her çiqas dadgehên Tirkiyê jî biryara azadkirina Demîrtaş dabin, dîsa jî bi awayekî din doz lê hatibûn vekirin û ji ber wan dozan ew nehatibû berdan.

Baroyan di daxuyaniyê de bal kişandin ser sedema girtina Demîrtaş û biryara Daîreya Mezin ya DMME û gotin, “Demîrtaş bi awayekî li dijî peymanê (Peymana DMME) ji ber armancên siyasî girtî ye û divê demildest bê berdan.”

Baroyan ji ber encamên îmkana bicihneanîna biryara DMME hişyarî dan Tirkiyê û diyar kirin, eger Tirkiye biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bicih neyîne, diqewme ji Konseya Ewropayê bê derxistin, ji ber vê yekê divê biryara DMME demildest bê bicihanîn û Selahedîn Demîrtaş bê berdan.

Baroyên ku daxuyanî îmze kirine: Baroya Edenê, Baroya Semsûrê, Baroya Agirê, Baroya Enqerê, Baroya Êlihê, Baroya Çewligê, Baroya Bedlîsê, Baroya Bûrsayê, Baroya Amedê, Baroya Dîlokê, Baroya Colemêrgê, Baroya Hetayê, Baroya Stenbolê, Baroya Îzmîrê, Baroya Qersê, Baroya Mêrdîn, Baroya Mûşê,  Baroya Sêrtê, Baroya Şirnexê, Baroya Dêrsimê, Baroya Rihayê, Baroya Yalovayê, Baroya Wanê.

Serepeyv