Li Wanê erd hejiya
Kanûn 20, 2020 11:40 Asia/Tehran
Li parêzgeha Wanê başûrê rojhilatê Tirkiyê yê kurdan erd hejiya. Li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.
Rêveberiya Rewşên Awarte û Bilez (AFAD) ya Tirkiyê aşkere kir îro saet 07:32 li Wanê erdhejeke bi hêza 4.4 pileya rîşter rû daye.
Li gor zanyariyên AFADê, navenda erdhejê navçeya Elbak ya Wanê bûye.
Her li gor zanyariyên AFADê belav kirine, erdhej di kûrahiya 13 kîlometran de pêk hatiye û herwiha li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hatiye kirin.
Li aliyê din li gor navenda erdheja Tirkiyê, li hêza erdheja Elbakê, 4,5 rîşter bûye û di kûrahiya 5,8 kîlometran de qewimiye.
Heta niha nayê zanîn gelo erdhejê ziyan gihandiye xelkê yan na.