Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî li Enqereyê ye
Serokomar Erdogan bi merasima fermî pêşwazî li Kazimî kir.
Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, "Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi merasima fermî pêşwazî li Mistefa el-Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê kir.
Siwariyên ku kolana li ber derê Kuliyeya Serokomariyê wesayîta meqamê ya ku Serokwezîrê mêvan Kazimî tê da bû pêşwazî kirin û heta ber deriyê protokolê pê ra hatin.
Serokomar Erdogan li deriyê mezin a Kuliyeya Serokomariyê pêşwaziya Kazimî kir.
Piştî ku Erdogan û Kazimî çûne cihê xwe yê li qada merasimê ligel 21 topên ku hatin avêtin sirûdên neteweyî yên herdu welatan hat lêxistin.
Kazimî bi Tirkî ji Qiteya Merasimê ya Lîwaya Mihafizan ra "Merheba esker" û silav da wan.
Erdogan û Kazimî piştî hevdîtinên rû bi rû û nav heyetan da dê beşdarî merasima îmzekirinê ya hin peymanan bibin û civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin. Erdogan dê li Kuliyeya Serokomariyê ji bo xatirê Kazimî şîvê bide.
Di merasimê da Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemirlî, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn jî cî girt."