Kanûn 14, 2020 23:16 Asia/Tehran
  • Kemal Bulbul: Dewlet bacê ji Kurdan distîne li Tirkî xerc dike

Parlementerê HDPê yê Antalyayê Kemal Bulbul li parlamenta Tirkiyê di dema nîqaşa li ser budceya Wezareta Perwerdeyê de rexne li siyaseta hikûmetên Tirkiyê yên li peyv hev li hember zimanê Kurdî girt û got, “Ji 1876 vir de bacên ku ji gelê Kurd tên stendin ji bo perwerdehiya Tirkî tên xerckirin.

Kemal Bulbul di civîna duh a parlamenta Tirkiyê de bang li Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê kir û got “Kurd û gelên Tirkiyê daxwaza perwedeya zimanê zikmakî dikin. Binpêkirina perwerdeya zimanê zikmamkî tawan e.”

Bulbul di derbarê perwerdeya Elewiyan de jî got, “Civaka Elewiyan dixwazin dersên dînî yên bi zorê û yekdestiya perwerdehiyê bên rakirin. Dixwazin zimanê tundî û nefretê ku di perwerdehiyê de tê bikar anîn, zûtir dawî lê bînin.”

Parlementerê HDPê yê Antalyayê di berdewamiya axavtina xwe de li ser baca ku ji Kurdan tên wergirtin axivî û tekez kir, “Tirkiye ji 1876an vir de bi Destûrê tê birêvebirin. Ji 1876 vir de di hemû budceyan de bacên ku ji Civaka Elewiyan tên stendin, pê mizgeft tên çêkirin. Bacên ku ji gelê Kurd tên stendin ji bo perwerdeya Tirkî tên xerckirin.”

Li aliyekê din parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Huseyin Kaçmaz jî di civîna parlementê de derbê heman mijarê de axivî û ragihand,“Ger pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên di aliyê dadê, aborî û yên din de jî dê neyên çareskirin. ”

Huseyin Kaçmaz got, “Ez rewşê bi serpêhatiyên xwe bêjim. Kurdek ku di dibistanên Tirkiyê de dest bi dibistanê dike çi dijî? Hema her şev teqîn çê dibûn, her gava ku min deng dibihîst, min digot înşallah dibistana me hilweşiye. Ji ber ku li wê derê bi zimanek ku min nedizanîbû perwerdeyî dihat kirin. Ger hemwelatiyek wekhev hebe, divê di serî de perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe. Sedema hebûna pirsgirêka Kurd, zîhniyeta yekdestiya nîjadperestiyê ye.”

Serepeyv