Kanûn 14, 2020 15:13 Asia/Tehran
  • Li Dêrsimê bo 15 rojan çalakî hatin qedexekirin

Parêzgariya Dêrsimê yê kurdên Tirkiyê ragihand ku ji ber pandemiya Koronayê çalakiyên di nav bajêr de ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, pandemiya Koronayê li ser tendirustiya gel xetereke mezin çê dike û ji bo vê xeterê nehêlin û temasa di nav civakê de kêm bikin û pêşî li nexweşiyê bigrin, weke tedbîr biryara ragihandina qedexeya çalakiyan li sînorê vê parêzgehê hatiye dan.

Di daxuyaniya parêzgariyê de, ji xeynî çalakiyên fermî hemû çalakiyên din hatine qedexekirin.

Weke di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, 15 roj qedexeya çalakiyan ji roja 13ê Kanûna 2020 saet 00:01 destpê dike heta 27ê Kanûna 2020 saet 23:59 berdewam dike.

Serepeyv