Kanûn 12, 2020 09:48 Asia/Tehran
  • Macron: Cezayên nû yên li dijî dewleta Tirkiyê xuya dikin ku YE di vî warî de bi biryar e

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron destnîşan kir ku cezayên nû yên li dijî Enqerê îsbat dikin ku Yekitiya Ewropayê li hemberî tevgerên dewleta Tirkiyê ên li dijî ewlehiya Deryayê Spî bi biryar e.

Li gorî Reutersê serokomarê Fransayê Emmanuel Macron îro got cezayên nû yên ku Yekitiya Ewropayê (YE) li hemberî lêgerîna dewleta Tirkiyê ya li gazê, xuya dikin ku YE êdî tu tevgerên li dijî ewlehiya Deryayê Spî qebûl nake.

Li gorî encamên civîna wezîrên derve yên YE`yê yên derbarê dewleta Tirkiyê, YE`yê kiryarên Tirkiyê yên yekalî yên li rojhilatê Deryayê Spî şermezar kirine. Lê dîsa jî 3 meh dem dan dewleta Tirkiyê heta ku dev ji kiryarên xwe berde, beriya ku cezayan lê ferz bikin.

Serepeyv