Kanûn 09, 2020 07:25 Asia/Tehran
  • Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran li Tirkiyê jiyana xwe ji dest da

Li gorî Rapora Cînayetên Kar a meha Mijdarê ya Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), 294 karkeran jiyana xwe ji dest da, di 11 mehên sala 2020'an de jî herî kêm 2 hezar û 32 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), Rapora Cînayetên Kar a meha Mijdarê weşand. ÎSÎG'ê di rapora bi daxuyaniyek nivîskî weşandin de, diyar kir ku herî kêm 294 karkeran jiyana xwe ji dest dan, di 11 mehên sala 2020'an de jî herî kêm 2 hezar û 32 karkeran jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê di rapora xwe de bal kişandin ku cînayetên kar herî zêde ji ber vîrûsa Koronayê çêbûne.

 21 KARKERÊN JIN JIYANA XWE JI DEST DAN 

Li gor raporê, ji 294 karkerên di meha Mijdarê de jiyana xwe ji dest dan, 248 karker û memûrên bi heq û 46 jî yên ku ji bo xwe dixebitin in. Di raporê de, hat destnîşan kirin ku ji 21 karkerên ku jiyana xwe ji dest dane jin in û cinayetên karkerên jin di karên çandinî, bazirganî/buro, metal, tenduristî, cihwarbûn û şaredariyê de pêk hatine. 

141 BI SER 51 SALIYÊ DE NE 

Di berdewamiya raporê de ev agahî hatin parvekirin: 

“* Sê karkerên zarok jiyana xwe ji dest dan. Cînayetên zarokan di karên çandînî, kîmya û cihwarbûnê de pêk hatin. * Kedkarên ku bi ser 51 saliyê de dixebitîn û jiyana xwe ji dest dane 141’in. Ev karker, di karên cotkarî, esnaf, çandinî, xwarin, kanza, tekstîl, dar, ragihandin, bazirganî/buro, metal, avahî, barkêşî, tenduristî, ewlehî û şaredariyê de dixebitîn.

 * 2 jê Suriyeyî, yek jê Ozbek û yek jî Ukraynî 4 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. 

* Karkerên ku mirin 23 jê sendîkayî ne, karkeran karên ragihandin, perwerdehî, metal, tenduristî, ewlehî û şaredariyê de dixebitîn.” 

 

 

Serepeyv