Kanûn 08, 2020 07:57 Asia/Tehran
  • Soylu derbarê “destdirêjiya li Êlihê” daxuyanî da

Tê gotin ku li Êlihê 27 kesan destdirêjî li keçeke 15 salî kirine ku di nav wan de serbaz, polîs û cerdevan jî hene û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê daxyaniyek da û ew weke “derew” binav kir.

Li gor zanyariyên belav bûne, li gundekî ser bi qezaya Kercewsê ve li parêzgeha Êliha kurdên Tirkiyê, 27 kesan destdirêjî li ser keçeke 15 salî kiriye.

Li gor agahiyan, çend roj berî niha zarokeka 15 salî ji ber êşa ji zikê xwe diçe nexweşxanê û li wê derê derdikeve holê ku ew zarok rastî destdirêjiyê hatiye.

Piştî agahdarbûna malbatê û li ser giliya wan, li heman gundî du kes bi navên M.A û V.A hatine girtin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî bûyera li qezaya Kercewsê de bertek nîşan da û li ser twittera xwe ragihand: “Yek ji destdirêjiyên ku ji aliyê hêzên emnî ve çê bûne, vê carê li Kercewsê çê bûye. Derketiye holê ku zarokek ji hêla çend kesan ve ku di nav de çawişên pispor û polîs jî hene rastî destdirêjîkirinê hatiye. Lêbelê, dadgeha desthilatê dîsa hewl dide ku bikeran fihêl(tebreye) bike! Em dipirsin?  #LiKercewsêÇiDiqewime?”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî li hejmara xwe ya Twitterê ew weke “derew” binav kir û got, “lê rezîliyên wan ewqas mezin in ku siyaseta derewan jî têrî nake.”

Parlamentera Êlihê ya HDPê Feleknas Uca jî li hejmara xwe ya Twitterê ragihandibû, “Duh yê ku destdirêjî li Îpek Er kiribû û bûbû sebebê mirina wê û Çawişê Pispor serbest hatibû berdan, îro 27 kesê ku zarokek îstîsmar kirine. Vê polîtîkaya bêsizatiyê hêj dê jiyana çend zarok û ciwanan tarî reş bike. Em dizanin ku ev polîtîkayeke hişmend e li dijî Kurdan.”

Li gel berfirehtirbûna lêkolînan, Serdozgeriya Kercewsê ragihand, navê hin kesên din jî li dosyeyê hatiye zêdekirin. Lê Serdozgeriya Kercewsê vê yekê red dike û dibêje, têkildarî bûyerê “heta niha ti kesên di erka giştî de (fermanberên dewletê) weke gumanbar nehatine destnîşankirin.”

Parêzgariya Êlihê jî li ser bûyerê daxuyaniyek da û got, “Wek ku serdozgeriyê tekez kiriye, navê ti kesên di erka giştî de di wê lêpirsînê de nîne.”

Li aliyê din Navenda Giştî ya Polîs aşkere kir ku 27 kesên ku derbarê bûyerê de li torên civakî post belav kirine, hatine desteserkirin.

Serepeyv