Kanûn 07, 2020 18:14 Asia/Tehran
  •  Li Stenbolê, Du karkerên di bin hezazê de man jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Arnavûtkoyê du karkerên ku di bin hezaza li kaneke keviran çêbû de man jiyana xwe ji dest dan.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Di saetên serê sibê de li navçeya Arnavûtkoyê ya Stenbolê di kaneke keviran de hezaz pêk hat. Du karkerên ku li kanê dixebitîn di bin hezazê de man. Li ser îxbarê gelek tîmên tenduristî, agirkuj û polîs sewqî cihê buyerê hatin kirin. Tîmên agirkujiyê ji bo karkerên di bin hezanê de man xelas bikin xebat dan destpêkirin. 

Sabît Denîz ê di bin hezazê de ma xelas kirin û bi ambûlansê sewqî nexweşxaneyê kirin. Lê Denîz li gel mudahaleyên hatin kirin jî jiyana xwe ji dest da. Ekîban, di berdewama xebatan de cenazeyê Nûrî Denîz jî di bin hezanê de derxistin.

 

 

 

Serepeyv