Kanûn 02, 2020 19:55 Asia/Tehran
  • HUDA-PAR: ِDewletên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe destê xwe dirêjî Kurdan dikin dema digihêjin hedefa xwe wan difiroşin

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu dibêje, ji bo çareserkirina pirsa Kurd “Divê Kurd biratiya xwe jibîr nekin, destê biratiyê bidin hev û bi hev re têbikoşin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 25ê meha derbasbûyî di daxuyaniyekê de Îsia kir: “Li vî welatî pirsa Kurd nîne. Heyameke dirêj pirsa maf û edaletê ya Kurdan hebû. Me niha ew pirs çareser kiriye û nemaye.”

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Îshak Saglam jî duh li ser vê mijarê di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir ku heta niha li Tirkiyê pirsa Kurd hertim di çarçoveya pirsên aborî û terorê de hatiye nirxandin û got, “Sedema pirsa Kurd siyaseta înkarê ye.”

Ev daxuyaniya Serokê HUDA-PARê ya derbarê pirsa Kurd de gelek karvedan li pey xwe anîn û bû rojeva medya û torên civakî.

Li gor televîziyona Rûdawê, li ser helwesta HUDA-PARê derbarê pirsa Kurd de Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu jî îro di hevpeyvîna bi vê televîziyonê re  amaje bi wê dike ku heta niha wan gelek caran daxuyanî li ser vê mijarê belav kirine û dibêje, “Me behsa Kurd û Kurdistanê kiriye. Di bernama me de jî hatiye tekezkirin; divê Kurdî zimanê fermî yê duyem be, divê nasnemya Kurd û Kurdistanê di destûrê de bên qebûlkirin û Kurd wek damezîrênerên eslî yê welat bên qebûlkirin.”

Yapicioglu dibêje, “Ew ên li meydana dibêjin `em çareseriya pirsa Kurd dixwazin` li ber çareserkirê astengiyên herî mezin in û dengê wan jî li her derê belav dibe.  Lê ragihandin dengê me nagihîne gel. Ger berpirsên hikûmetê bêjin pirsa Kurd nemaye em dê bersiva wan bidin. Em dê her pirsa Kurd bînin rojevê. Medya Kurdî navxwe dengê me bigihîne gel û hinek dixwazn me wek neyarên Kurdan bidin nîşandan. Lê em li ser pirsa Kurd hesas in.”

Yapicioglu amaje bi wê dike, “Miletê Kurd zêdetirî 200 sal in di bin zilm û înkarê de ye û nasname û zimanê wan tê redkirin. Em neçar in daxwaza mafên gelê Kurd bikin û lazim e em antî-emperyalîst jî bibin. Baweriya me van ji me dixwaze.”

Yapicioglu herwiha  dibêje: “dewletên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe destê xwe dirêjî Kurdan dikin. Lê dema berjewendiyên wan hatin holê, gelek caran Kurd firotine û dibe dîsa bifiroşin” û tekez dike, “Lewma em dibêjên, `bila Kurd biratiya xwe jibîr nekin, destê biratiyê bidin hev û ji bo çareseriya pirsa Kurd bi hev re têbikoşin`.”

Serepeyv