Tîrmeh 20, 2025 17:50 Asia/Tehran
  • Gemîya Henzele`yê ji Îtalîyayê ber bi Xezzeyê va bi rê ket

Gemîya Henzele`yê bi armanca têkşikandina dorpêça ser Xezzeyê ji bendera Galîpolî ya Îtalîyayê ber bi Zîvala Xezzeyê va bi rê ket.

Mehekê piştî sekinandina gemîya Madlînê ji hêla artêşa Rejîma Sîyonîst va li deryayl, vê carê jî gemîya Henzele`yê bi armanca têkşikandina dorpêça ser Xezzeyê ji bendera Galîpolî ya Îtalîyayê ber bi Zîvala Xezzeyê va bi rê ket.

Hevalbendîya Gemîyên Azadîyê ragihand ku gemîya Henzele`yê hilgirê alîkarîyên mirovdostane yên sembolîk ji bo gelê Xezzeyê bi peyama cîhanî ya ``hevgirtina tev zêde ji 2 milyon filistînîyên dorpêçbûyî`` ye. Vê hevalbendîyê pişt rast kir ku êrişa sîstematîk, dê nebe sebeb ku ew hewlên xwe yên ji bo sekinîna himber dorpêçkirina Xezzeyê rawestînin. 

Serepeyv