Serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin
Tîrmeh 20, 2025 17:23 Asia/Tehran
Çavkanîyekî iraqî ragihand ku serkirdeyekî girîng ê koma terorîst a DAIŞê hat kuştin.
Çavkanîyekî emnî li parêzgeha Enbar a Iraqê ragihand ku serkirdeyekî girîng ê koma terorîst a DAIŞê û cîgirê wî di encama êrişa bi xwofirrê li zîvala sînorî ya di navbera vî welatî û Sûrîyê da hatin kuştin.
Serkirdeyê ku hatîye kuştin yek ji kesên herî girîng bû ku navê wî ji ber komkujî, cinayetên berfire û teqandina cîyên emnî di lîsteya kesên ber taqîbatê da bû. Kuştina wî serkirdeyê DAIŞê nîşan dide ku nakokîyên di navbera terorîstan da li Sûrîyê tund ûgiran bûne.