153 kes bi tawana hevkariya bi DAIŞ`ê re hatin girtin
Tîrmeh 18, 2025 16:32 Asia/Tehran
Polîsê Tirkiyê di operasyonên hevdem li 28 parêzgehan de, 153 kes bi tawana hevkariya bi DAIŞ`ê re girtin.
Polîsê Tirkiyê di du hefteyên buhurî de, operasyoneke hevdem li 28 parêzgehan li dar xist û 153 kes bi tawana hevkariya bi rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê re girtin.
Elî Yerlîkaya, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê, di peyamekê li medyaya civakî de ji cihatina operasyona hêzên cendirme agahî da.
Kesên hanê bi weşandina mijarên têkildar û berhevkirina alîkariyên aborî ji bo koma terorîst a DAIŞ`ê re hatine tawanbarkirin.