Mijdar 26, 2020 14:41 Asia/Tehran
  • Ji parlamenterê HDPê Kemal Bulbul re cezayê girtîgehê hat birîn

Ji Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Antalyayê Kemal Bulbul re bi hinceta “endambûna rêxistina çekdarî” cezayê 6 sal û 3 meh girtîgehê hat birîn.

Rûniştina doza Parlamenterê HDPê yê Antalya Kemal Bulbul li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bêyî amadebûna wî û bi beşdarbûna parêzerên wî birêve çû.

Dozgerê Komarî xwest ku Kemal Bulbul were girtin, lê parêzerên Bulbul ji dadgehê daxwaza azadkirina muwekîlê xwe kirin. 

Şanda dadgehê biryar da ku 6 sal û 3 mehan cezayê zindanîkirinê bi hinceta “endambûna rêxistina çekdarî” bi ser parlementerê HDPê yê Antalyayê Kemal Bulbul de bê sepandin.

Herwiha şanda dadgehê biryar da ku ew nimûneya wê biryarê bo Rêveberiya Giştî ya Parlemanta Tirkiyê û Rêveberiya Karûbarên Cezayan li Wezareta Dadê bê şandin.

Serepeyv