Mijdar 24, 2020 23:33 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 161 kesên din bi Coronayê mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 381 pêketiyên vîrusa Coronayê hatin tomarkirin ku ev rekorek nû ye û herwiha  161 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca diyar kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 162 hezar û 231 pişkinînên taybet bi Coronavîrusê hatine encamdan, ku encamên 7 hezar û 381 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 161 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 hezar û 678 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 460 hezar û 916 kesan û 12 hezar û 672 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 381 hezar û 569 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 17 milyon û 568 hezar û 973 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv