Mijdar 23, 2020 12:33 Asia/Tehran
  • Agirî: Piştî deriyên sînor hat girtin betalî jî zêde bû

Li Bazîdê ku ji ber şewba Covîd-19'ê deriyên sînor ji bo sivîlan hatine girtin, her diçe hejmara kesên betal zêde dibe. Welatiyan destnîşan kir ku ev yek ji ber kesên ku dewletê rê dibin pêk tê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Dîndar Karataş" nivîsiye: "Ji ber krîza aborî û şewba Covîd-19'ê deverên ku tesîreke neyînî girtine jî deverên nêzî sînoran e. Yek ji van deveran jî Bazîd a Agiriyê ye ku deriyekî sînor ê Îranê lê ye. Ji ber ku deriyê sînor ji bo sivîlan hatiye girtin di warê aborî de zehmtiyê dikişînin." 

BI MEHAN E BETAL E 

Bavê 2 zarokann şêniyê bajêr Yûsûf Başak anî ziman ku zarokên wî xwendekar in û got: "Nexasim jî li bajarên kurdan bi navê veberhênaniyê tune ye. Qada îstixdamê tune ye. Ez di qada înşeatê de hosteyê hesinkariyê me. Lê ji ber ku kar tune ye, bi mehan e betal im." 

SEDEMA KRÎZÊ RÊVEBIRÊN DEWLETÊ NE 

Mehmet Selîmoglû ku li ser înşeatan dixebite, debara 7 kesî dike. Selîmoglû diyar kir ku 5 zarokên wî dixwînin û li malê tenê ew dixebite. Selîmoglû, bilêv kir ku ji ber vê di warê aborî de zehmetiyê dikişîne û got, niha karê înşeatê hema bibêje nemaye. Selîmoglû, destnîşan kir ku bi mehan e kar bi dest wî nakeve û got, welat di warê aborî de hilweşiyaye. 

Mehmet Gelgî got: "Gel perîşan bûye. Nikare debara xwe bike. Sedema vê rewşê jî rêvebirên dewletê ne. Nikarin vî welatî bi rê ve bibin. Heya ku ev rêvebir neguhere, dê rewş baş nebe. Mirov birçî ne. Ji ber vê êdî mirov dest bi diziyê dikin." 

 

BANDORA DERIYÊ SÎNOR 

Hanîfî Baydar jî anî ziman ku teqawid bûye û got, çavkanya debarê ya şêniyên bajêr deriyê gumrukê ye. Baydar, diyar kir ku ji ber ku derî hatiye girtin û vê yekê bandoreke nebaş li bajêr kiriye û got: "Em mexdûr in. Mirov hemû betal betal digerin. Qehwexane tije bûne. Fabrîke tune ye. Kar tune ye. Zivistan tê, mirov nikarin nan bibin mala xwe." 
 

Serepeyv