Cotmeh 16, 2025 18:30 Asia/Tehran

Yek ji parlimanterên Parlimana Iraqê destwerdanên berfireh ên Amerîkayê fi kar û barên navxweyî yên Iraqê û liv û tevgerên Waşîngtonê dijî Heşdi Şeibiyê aşkera kirin û li ser pêwîstiya sekinîna li hember van zextan û piştgîriya ji hêzên Heşdi Şeibiyê pêgîrî kir.

Muxtar Mûsewî diyar kir ku Iraq ji ber zextên berdewam ên Amerîkayê, ji qonaxeke hestyar re derbas dibe û tekez kir ku ji bo parastina Hêzên Heşdi Şebî û piştgiriya serweriya neteweyî ya Iraqê, pêwîst e li hember van zextan bê sekinîn û li ber wan teslîm nebin. Mûsewî tekez kir: Iraq ji ber destwerdan û zextên hikûmeta Amerîkayê, nemaze di warê Hêzên Heşdi Şabî de, bi şert û mercên aloz û dijwar re rû bi rû ye.

Vî parlimanterê iraqî herwiha got: Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê daxwaza parastina berjewendiyên Iraqê û piştgiriya Hêzên Heşdai Şebî dike, ji ber ku teslîmbûna li hember daxwazên Koşka Spî an jî terikandina Hêzên Heşdi Şebî dê wekî devjêberdana serweriya neteweyî, axa Iraqê û rûmeta welêt be.

Serepeyv