Cotmeh 15, 2025 19:30 Asia/Tehran
  • DEM Partiyê bersiv da ÎYÎ Partiyê

DEM Partiyê bersiv da gotinên Serokê ÎYÎ Partiyê ku gotibû, "Qeşmer, bêar, bêrû, dûvikên rêxistina terorê."

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li hesabê xwe yê Îksê bersiv da Musavat Dervîşoglu ku gotibû, "Qeşmer, bêar, bêrû, dûvikên rêxistina terorê û Dervîşoglu wekî "Bazirganê hesasiyeta neteweyî" bi nav kir.

Doganê xitabî serokê IYÎ partiyê got, "Hûn bazirganên 'hesasiyeta neteweyî' ne. Xwîn, şer, mirin pisûlaya we ye.

Hûn ew gelên belengaz in ku bi şêrr xwe xwedî dikin û difikirin ku ew serfirazî ye. Hûn tirsonek in ku hîs dikin aştî mimkin e. Her ku tirsa we zêde dibe, nefreta we mezin dibe, maskeya we dikeve.

Berdvka DEM pariyê got: Em dê aştî, biratî û demokrasiyê ligel dijîderketina we jî bînin Tirkiyê."

Doh di civîna Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de, di navbera Alîkarê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê û Pervîn Buldan de nîqaşeke tund derketibû.

Serepeyv