Erdogan: Em Kobaniyê jibîr nakin
Serokomarê Tirkiyê li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Selahedîn Demîrtaş de axivî û got, ew gotinên wî yên şexsî ne û nabe bi “Serokomar, hikûmet û partiya me bên têkildarkirin” û got, “Em Kobaniyê jibîr nakin!”
Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Receb Teyib Erdogan bi şêwazê online beşdarî hejmareke kongreyên partiya xwe bû û gotarek pêşkêş kir.
Bulent Arinç ku yek ji damezrînerên AKPê ye û niha Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê ye, rexne li berdewamiya girtina Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş girtibû û gotibû, “Dibe bê berdan.”
Serokomarê Tirkiyê di gotara xwe de amaje bi van gotinên Arinc jî kir û got, “Her çiqas berê me li gel hev kar kiribe jî, nabe boçûnên şexsî yên kesekî bi Serokomar, hikûmet û partiya me bên têkildarkirin.”
Arinç derbarê keysên Demîrtaş û karsaz Osman Kavala de ku ew jî 3 sal in girtî ye gotibû, “Dema min ew dozname xwendin min îsyan kir. Min gotibû zarok jî van nanivîsin, min xwestibû cube li xwe bikim. Ez matmayî me li hember girtina Kavala, dibe Demîrtaş jî bê berdan.”
Erdogan got, “Em ti caran bi kesên wek Kavala re li gel hev nabin” û amaje bi bûyerên Kobaniyê yên sala 2014an kir û diyar kir, “Em Kobaniyê jibîr nakin!”
Erdogan dibêje, “Di demên dawîn de ji ber amajeyên me yên bi reforman, em dibînin ku agirekî fitnê tê pêxistin. Yên têkildarî terorê bûbin ti caran li gel me nabin. Rêya me diyar e.”