Mijdar 22, 2020 20:44 Asia/Tehran
  • Berdevkê Erdogan: Gotinên Arinç ên derbarê Demîrtaş de boçûnên wî ne

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Selahedîn Demîrtaş de got, ew “li ser navê Serokomarê me naaxivin. Fikr û boçûnên xwe dibêjin.”

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di dema beşdariya xwe ya di bernameyeke televîzyonî de behsa gotinên Bulent Arinç kir.

Bulent Arinç ku yek ji damezrînerên AKPê ye û niha Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê ye, rexne li berdewamiya girtina Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş girtibû.

Berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin jî red dike ku ew boçûnên serokomar bin û dibêje, ew “wek berdevk li ser navê Serokomarê me naaxivin. Raman û boçûnên xwe dibêjin, fikrên xwe ji serokomarê me re jî dibêjin. Serokomarê me mijarekê ji gelek kesan guhdarî dike.”

Arinç derbarê keysên Demîrtaş û karsaz Osman Kavala de ku ew jî 3 sal in girtî ye gotibû, “Dema min ew dozname xwendin min îsyan kir. Min gotibû zarok jî van nanivîsin, min xwestibû cube li xwe bikim. Ez matmayî me li hember girtina Kavala, dibe Demîrtaş jî bê berdan.”

Îbrahîm Kalin jî dibêje, mesele ne ew herdu tenê ne û diyar dike, “Ev mijareke darazê ye. Mijarên li ser girtina demdirêj in” û Kalin derbarê “reforma darazê” de jî got, ew dê xebatên hatine kirin bo raya giştî belav bikin.

Bulent Arinç behsa pirtûka Demîrtaş jî kiribû û gotibû, “Min pirtûka "Devran" xwend, dibe hizra we derbarê Demîrtaş de neguhere lê hûn dê têbigihijin ka Kurdan çi jiyaye, dibe derbarê Kurdan de fikra we biguhere.”

Derbarê pirsa Kurd de jî Arinç gotibû, “Yek ji mezlûmên vî welatî Kurd in. Bûyerên sala 1980an li Zindana Amedê, paşê divê em hemû ji çîrokên “Devran” bixwînin. Di proseya çareseriyê de hinek kes hatibûn berdan. Dibe ev jî bê berdan. Divê dadgeh, dadger bi azadî bifikirin.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li zîndana bajarê Edîrneyê girtî ye.

Serepeyv