Almanyayê gefa cezayan li Tirkiyê xwar
Almanyayê gefa cezayan li Tirkiyê xwar, heger kiryarên xwe yên provakasyonê yên li herêma rojhilatê Deryaya Spî ranewestîne dê danpêkirinan lê bisepîne û heta civîna Yekitiya Ewropayê ya meha bê muhlet da wê.
Wezîrê Karên Derve yê Almanya Heiko Maas got ku divê Tirkiye dev ji provakasyonên li rojhilatê Deryaya Spî berde da ku ji cezayên nû yên Yekitiya Ewropayê dûr bikeve ku dê di civîna yekitiyê ya Kanûna 2020'an de were nîqaşkirin.
Maas, beriya civîna bi hempîşeyên xwe yên di dewletên Yekitiya Ewropayê de got: "Mijara biryara ku dê di civîna Yekitiya Ewropa ya Kanûnê de were girtin, di destê Tirkiyê de ye. Heger heta Kanûnê em nîşaneyên erênî ji aliyê Tirkiyê ve nebînin, ji gavên provakatîv wekî serdana Erdogan ji bo bakurê Qibrisê nebînin zêdetir tunebin, wê li pêşberî me nîqaşên zehmet hebin. Wê demê wê mijara ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê careke din bê nîqaşkirin."